• Friday, 13 February 2026
logo

El-Cerba dixwaze Cîgirê Esed tevlî danûstandinan bibe

Gulan Media February 8, 2014 Nûçe
El-Cerba dixwaze Cîgirê Esed tevlî danûstandinan bibe
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba ragihand ku ew dixwazin kesatiyên xwedî biryar û desthilat nûneratiya Hikûmeta Sûriyê di kongreya Cenêv2 de bikin.

El-Cerba piştî gotûbêjên xwe ligel Wezîrê Derve yê Misrê Nebîl Fehmî li paytexta Misr Qahîreyê got “Em kêfxweşin ku hin aliyên din tevlî şanda opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêv2 de bibin û madem ew alî li dijî rejîmê ne, em pêşwaziya wan dikin”.

Serokê hevpeymaniya opozîsyonê herwiha got “Rejîma Sûriyê derewan dike, dema gera yekem a danûstandinên Cenêv2 bi dawî hat got ku ew car din venagerin Cenêvê, lê duh hin nûnerên wê diyar kirin ku rejîm dê vegere Cenêvê”.

Duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand ku ew dê tevlî gera duyem a danûstandinên Cenêv2 bibin ku biryar e roja duşemê ya bê destpêbike.

Ehmed Asî el-Cerba daxwaz kir ku kesatiyên xwe desthilat wek Cîgirê Serokomarê Sûriyê nûneratiya şanda Hikûmeta Sûriyê di danûstandinan de bike.

Cîgirê Serokomarê Sûriyê Farûq el-Şeraa kesatiyeke sune ye û xelkê parêzgeha Deraayê ye, lê belê li ser erdê ti rola wî tine bû.

Piştî şoreşa Sûriyê di adara 2011an destpêkir çend caran hat gotin ku el-Şeraa ji rejîmê cuda bûye û çend caran navê wî wek bedîlê Beşar Esed derbas bûbû û ev bû nêzîkî salekê ye Farûq el-Şeraa di medyayê de derneketiye.

Rudaw
Top