• Friday, 13 February 2026
logo

Elmanya rexneyên dijwar li Tirkiyê digire

Gulan Media February 8, 2014 Nûçe
Elmanya rexneyên dijwar li Tirkiyê digire
Wezareta Navxwe ya Elmanyayê ragihand ku het niha desthilatdarên Tirkiyê tenê hejmareke kêm a wan kesên ku ji Elmanya diçin da berê xwe bidin Sûriyê girtine.

Wezareta Navxwe ya Elmanyayê di çarçoveya lêpirsînê de ji parlamentoya wî welatî, ragehand ku di demsala borî de Tirkiyê tenê 10 kes radestî Elmanyayê kirine, ji wan kesên ku Elman bûn û dixwestin berê xwe bidin Sûriyê û tevlî şerê li wî welatî bibin.

Ev ne cara yekem ku welatekî Yekîtiya Ewropayê rexneyên wihal i Tirkiyê digire, berî niha jî çendin car Yekîtiya Ewropayê rexne li Tirkiyê girtine û dibêje ku Tirkiyê hemû hewlên xwe naxe tevgerê bo rêgiriya li çûna çekdarên radîkal bo Sûriyê.

Herwiha hikûmeta Elmanyayê raporteke medya Tirkiyê red kir ku tê îdîakirin, Tirkiyê dest bi opersayonên berfereh kirine li dijî çekdraên radîkal ên ji Ewropayê hatine Tirkiyê da derbasî Sûriyê bibin.

Li gorî wê raportê, di sala 2013an de desthilatdarên Tirkiyê karîne hezar û 100 çekdarên radîkal ên Ewropî bigire ku piraniya wan ji Elmanya, Belçîka, Fransa û Holenda ne, û ew radestî desthilatên welatên wan kirine. Lê Wezareta Navxwe ya Elmanyayê aşkere kir ku di sala borî de Tirkiyê tenê 10 çekdarên radkîal radestî wan kirine, ku dixwestin ji bo şer biçin Sûriyê.

Basnews
Top