Her roj 200 koçber vedigerin Rojavayê Kurdistanê
Ew koçber di rêya deriyê Pêşabûr ago Sêmalka re vedigerine Rojavayê Kurdistanê.
Rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî dibêje ku derî bi tenê ji bo haletên mirovahî vekiriye, lê belê koçberên ku dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê ew kengî bixwazin dikarin vegerin û kelûpelên nav male jî ligel xwe bibin.
Hejmara koçberên Rojava li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 250 hezar koçber e.
Rudaw
