Amerîka: Malikî bi kartên olî dilîze
Komîteya peywendiyên derve yên Amerîkayê dibêje Malikî bi kartên olî yên li Îraqê dilîze.
Komîteya peywendiyên derve yê kongressa Amerîkayê ragehand ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî siyaseteke şaş dimeşîne û bi kartên olî yên li Îraqê de dilîze.
Cîgirê Serokê komîteya peywendiyên derve yê kongressa Amerîkayê eşkere kir ku Malikî naxwaze tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Îraqê bixe nava artêş û dezgehên din yên hikûmetê de û li hember pêkhateyên olî siyasetên cuda cuda bikar tîne.
Malikî herwiha rê bo şandina çekan ji Îraqê bo hizbulahê xweş dike û Îra xistiye bin kontrol û desthilata Îranê.
