Demîrtaş: Em dikarin bi CHP re îtifaqê bikin
Hevserokê BDP dibêje em dikarin li hin bajaran ligel CHP Îtifaqê bikin
Hevserokê BDP Selahatin Demirtaş ragehand ku ew amade ne ku li hin cihan ji bo serokatiya şaredariyan li gel CHP tifaqê bikin û got: Prosesa çareseriyê jî ne bi manûnemana Erdogan ve girêdayî ye.
Li gor rojnameya tirkî Radikalê (6/2) hevserokê BDP-ê Selahatin Demirtaş der barê îtifaqeka mihtemel di nêvbera BDP û CHP de eşkere kiriye ku li hin cihan em dibêjin ”çima em nekin”? Yanî eger vekirî û zelal be û ji raya giştî re jî bê aşkera kirin dibe.
Li hin bajaran yan jî li hin bajarokên biçûk em dikarin îtifaqê bikin.
Em terefdarê wê yekê ne ku namzetên li herêman hevdu bibînin. Eger namzetên li herêman bên cem hevdu em dikarin minaqeşeya wê bikin û li ser rawestin lê belê wekî partî em îtifaqê nakin. Ne mimkin e ku îtifaqek di nêvbera merkeza giştî ya CHP û BDP yan AKP û BDP de çêbe.
