Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta 20. salvegera damezrandina Yekgirtuya Îslamî
Birayê min ê birêz Mamosta Mihemed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî
Rêzdarên endamên Mekteba Siyasiya Yekgirtiya Îslamî
Bi helkefta bîstemîn salvegera damezrandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên Yekgirtiya Îslamî li Kurdistanê dikim. Azadî û fireh alî û demokrasî ew destkefte bihadarin ku li encama xebata gelê me pêkhatine û pêwîste em hemû biparêzîn û geş bikin.
Niha ku welatê me li vê qonaxê da ji hemû demê zêdetir pêwîstî bi tebayî û yekrêziya aliyên siyasiyan heye ji bo wê yekê bikarîn rûbirûyê kêşeyan bibîn xizmetên zêdetir pêşkêşî welatê xwe bikîn.
Li salvegera damezrandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê da li erk û çalakiyên we de hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
