5 kes di teqîna Efrînê de hatin kuştin
Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandina YPGê li Efrînê, “duh 6/2/2014 otomêleke ku ji ser rêya bajarê Helebê dihat Efrînê, li nêzîk xaleke kontrolê ya hêzên asayişê li gundê Xezawiyê yê ser bi bajarokê Şêrawa teqiya”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di teqînê de 5 kesên di nav otombêlê de hatin kuştin û 2 endamên asayişê jî birîndar bûn.
Her derbarê teqînê de, medyaya nêzîkî PYDê belav kiriye ku “4 çekdarên xwekuj ên DAÎŞê dema ku dixwestin derbasî herêma Efrînê bibin, hatin aşkerekirin û xwe li nêzîk xaleke kontrola asayişê teqandin û her çar hatin kuştin”.
Li gor nûçeya medyaya nêzîkî PYDê “her çar kesan xwe wek malbateke koçber dane naskirin û dixwestin derbasî Efrînê bibin û li wir xwe biteqînin, lê li ser xala kontrola asayişê hatin aşkerekirin”.
Rûdaw
