Tundûtjiyên li Îraqê her diçe dijwartir dibin
Li navçeya Kazimiye ya bakurê rojavayê Bexdayê jî teqîna tomobîlekê bû sedema kuştin û birîndarbûna 7 kesan, otomobîla çarem jî li gumrika Cemîle ya rojhilatê Bexdayê teqiya û di encam de 6 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, otomobîla Pêncem jî li navçeya Şabî ya rojhilatê bajêr teqiya û bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 5 kesên din.
Enbar - Ji aliyekî din ve Wezareta Parastina Îraqê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku,m duh ji aliyê hêzên wan ve bi hevkariya eşîrên herêmê li navçeya Enbar Bo Cabirê operasyoneke berfireh hatiye destpê kirin ku di encama şer û pevçûnan de 35 çekdarên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) hatine kuştin û 4 Doçkayên wan jî hatine desteserkirin.
Xendan
