• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda PYDê û EGRKê ligel Exzer Îbrahîmî civiya

Gulan Media February 7, 2014 Nûçe
Şanda PYDê û EGRKê ligel Exzer Îbrahîmî civiya
Şandeke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li paytexta Swisrayê Bern, ligel Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî, civiya.

Li gorî malpera PYDê, şanda ku ligel Îbarhîmî civiyaye ji her yek ji hevseroka EGRKê Sînem Mihemed, hevserokê PYDê Salih Mislim, berpirsê têkiliyên PYDê li Ewropayê Ebdilselam Mistefe û endamê komîteya têkiliyên diplomatsî ya PYDê Şêrwan Hesen, pêkhatibû.

Li gorî ku wê malperê belavkiriye, şanda PYDê û EGRKê daxwaz ji Exzer Îbrahîmî kirine ku doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê jî têxe nav acîndeyên danûstanên Cenêvê, yên di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona Sûriy de.

Her li gorîmalpera PYDê wê şandê behsa rêveberiyên xweseriya demokratîk, ya ku PYDê û hevalbendên xwe li Rojavayê Kurdistanê ragihandine, ji Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê re kirin, ji aliyê xwe Îbrahîmî got ku pêwîste Kurd rola xwe di proseya siyasî de bibînin, li gorî heman malperê.

Hêjayê gotinê ye ku endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nûneratiya kurdên Rojavayê Kurdistanê di nava şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê de dike.

Rûdaw
Top