Amerîka: DAÎŞ li Iraqê Kurdan ji xwe re dike armanc
Bret Makgrek di gotarekê de ku li pêş Kongresa Amerîka pêkêş kiriye got: “Zêdyî 26 hear çekdarên DAÎŞê hene ku di asteke bilind de hatine perwerdekirin û dezgeheke wan ya ragihandinê jî heye.”
Makgrk herwiha amaje kir ku acîndayên DAÎŞê zelalin û ew jî ewin ku Kurd û Şîe li Iraqê ji xwe re kirine armanc da nakokiyên taîfî kûrtir bikin, herwiha li parêzgeha Enbarê jî xelkên Sune dikuje da hevrikên xwe yên Sune li wê parêzgehê jinav bibe.
Herwiha di çarçoveya vê civîna Kongresa Amerîka de, Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresê behsa siyaseta Serokwezêrî Iraqê Nûrî Malikî kirin û di nêrîn wan de Malikî bi kerta taîfî di leyize û çekdarên êşîretan tevlî artêşê nekirine, herwiha Malikî bersiva êşîretan jî neda û DAÎŞê mifa ji van hewlên Malikî jî wergirtiye.
Ev civîn taybet bû bi lêpirsînê ligel cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo karûbarên Iraqê.
Rûdaw
