Bexda dîsan bi teqînan hejiya
Di vê derbarê de çavkaniyeke ewlekariyê ragehand ku otomobîleke bombekirî li ser cadeya Zeytûn teqiya ye û di encam de 9 kes hatine kuştin û birîndar bûne. Hevdem otomobîleke din li taxa Pîşesazî ya navenda Bexdayê teqiya û du kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Kazimiye ya bakurê rojavayê Bexdayê jî teqîna tomobîlekê bû sedema kuştin û birîndarbûna 7 kesan. Otomobîla çarem jî li gumrika Cemîle ya rojhilatê Bexdayê teqiya û di encam de 6 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Otomobîla pêncem jî li navçeya Şabî ya rojhilatê bajêr teqiya û bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 5 kesên din.
basnews
