• Friday, 13 February 2026
logo

Bexda dîsan bi teqînan hejiya

Gulan Media February 6, 2014 Nûçe
Bexda dîsan bi teqînan hejiya
Bajarê Bexdayê dîsan bi teqandina çend otomobîlan hejiya û di encam de nêzîka 50 kesî bûn qurbanî û eger heye hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Di vê derbarê de çavkaniyeke ewlekariyê ragehand ku otomobîleke bombekirî li ser cadeya Zeytûn teqiya ye û di encam de 9 kes hatine kuştin û birîndar bûne. Hevdem otomobîleke din li taxa Pîşesazî ya navenda Bexdayê teqiya û du kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Kazimiye ya bakurê rojavayê Bexdayê jî teqîna tomobîlekê bû sedema kuştin û birîndarbûna 7 kesan. Otomobîla çarem jî li gumrika Cemîle ya rojhilatê Bexdayê teqiya û di encam de 6 kes hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Otomobîla pêncem jî li navçeya Şabî ya rojhilatê bajêr teqiya û bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 5 kesên din.

basnews
Top