• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Azad a Sûriyê ceng li dijî DAÎŞê ragihand

Gulan Media February 6, 2014 Nûçe
Artêşa Azad a Sûriyê ceng li dijî DAÎŞê ragihand
Artêşa Azad a Sûriyê ceng li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ), li kenarê Sûriyê, ragihand.

Artêşa Azad di daxuyaniyeke vîdyoyî de ragihand ku grûpên ser bi artêşê ve dest bi cengeke vekirî li dijî DAÎŞê li kenarê Sûriyê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye ku dê şerê li dijî DAÎŞê berdewam be heta wê rêxistinê jinav bibin yan jî heta çekdarên wê xwe tevlî çekan radestî Artsêşa Azad bikin.

Ji aliyeke din ve û ligorî nûçeyek malpera al-Arabiya, rêxistina DAÎŞê agirbestek ligel lîwayê Siqur el-Şam de îmzakir, ku li gorî wê agirbestê naber ti alî çek li dijî aliyê din rake.

Herwih li gorî agirbestê eger ti nakokî di navbera aliyekî ji aliyên agirbestê de çêbû, wê demê dê dadgehek ji her du aliyan bê pêk anîn, bo çareserkirina wê nakokiyî li gorî şerîetê.

Lîwayê Siqur el-Şeam yek ji grûpên Eniya Îslamî ye ku ji 4ê Kanûnê ve êrîşî navçeyên di bin kontrola DAÎŞê de dike, û kariye heta niha ziyaneke mezin bighîne wê rêxistinê herwiha gelek navçeyan jî ji bin destê wê derxîne.


Top