• Friday, 13 February 2026
logo

Li Amedê di navbera BDP û AKPê de pirsgirêk derket

Gulan Media February 6, 2014 Nûçe
Li Amedê di navbera BDP û AKPê de pirsgirêk derket
Li bajarê Amedê di dema karên hilbijartinên herêmî de di daleqandina alên partiyên BDPê û AKPê de pirsgirêk derket.

Li ser vê bûyerê li ber avahiya Navenda BDPê ya Amedê ji aliyê hevserokên BDPê yên Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Yilmaz ve daxuyaniyek hate dayîn.

Zubeyde Zumrut got ewê neyên van provakasyonan û ew dê di sendokan de bersiva wan bidin.

Mehmet Emîn Yilmaz jî destnîşan kir ku biryara provakasyonan ji enqerê têne dayîn û got “Ger ev êrîş dewam bikin dê bersiva wan jî cuda be û aliyê ku lêdanê bixwe dê ne BDP be”.

Yilmaz da zanîn ku armanca wan ne tenê bidestxistina çend şaredariyan e di heman demê de armanca wan Kurdistanek û jiyanek azad e.


Rudaw
Top