23 hezar Penaberên Enbar hatine Kurdistanê
NY dibêje nêzî 23 hezar Penaberên Parêzgeha Enbarê hatine Kurdistanê.
Organîzatorê karûbarên Penaberan ya ser bi Komîsariyaya bilind ya mafên mirovan di hevdîtineke de ligel Cîgirê berpirsê peywediyên derve yên hikûmeta Kurdistanê ragehand ku jiber alozî û pevçûnên heyîn yên li Parêzgeha Enbarê de heta niha nêzî 23 hezar kes ji vê Parêzgehê bar kirine û hatine Kurdistanê.
Organîzatorê Komîsariyaya bilind ya mafên mirovan herwiha eşkere kir ku her çend hijmareke zêde ji Penaberên Sûriya û Rojawayê Kurdistanê jî li Kurdistanê ne, ev hijmara han jî ji Enbarê berê xwe dane Kurdistanê lewre pêdeviya wan bi hevkariyê heye û dibe civaka navnetewî di vê warî de bilez tev bigere.
