• Friday, 13 February 2026
logo

"Emê li vir ji birçîna bimirin"

Gulan Media February 6, 2014 Nûçe
Hazima ku nexweşa penceşêrê ye û li Kampa Yermûkê dimîne diyar kir ku ew nikarin alîkariyê bistînin wiha got: "Bila Heyva Sor ji bo tedawiyê min ji vir derbixe."

Li Kampa Yermûkê ya li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê ye û di bin dorpêça rejima Esed de ye ji bilî hewar û gaziya kesên ku xizmên wan ji birçîna dimirin, dengê nexweşên ku destûr nayê dayîn ku ji kampê derkevin jî tê.

Kampa Yermûkê ji zû ve ye ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin û destûr nayê dayîn ku alîkariya însanî û tibî bigîhîje kampê. Kesên ku li kampê dijîn ji bilî birçîbûnê niha nexweşiyan jî dikşînin.

Um Hazima ku li kampê dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nexweşiya penceşêrê pê re heye û pêdiviya wê ya ecele tedawiyê heye.

avestakurd
Top