Pêşniyarên BDP bo demokratbûna Turkiye
Balûken diyar kir ku Turkiye encax dema ku bi awayekî lezgîn pêngavên demokratîkbûnê bavêje dê bikaribe ji vê aloziya siyasî rizgar bibe û got: ji 17ê Kanûna paşîn heya niha 3 pirsgirêkên girîng yên wekî "gendelî, saziyên parelel û kêmasiya demokrasî û azadiyan" heye.
Balûken aşkere kir ku, di civakê de derbarê pêvajoya çareseriyê hêvî çêbûbûne û ewlehî çêbibû, lê belê helwesta ku hikûmet nîşan dide zirarê li ser pêvajoya çareseriyê kir.
Ji ber helwesta hikûmetê me nekarî ku ji qonaxa diyalogê derbasî qonaxa muzakere û çareseriyê bibin, eger pêngavên demokratîkbûnê neyên avêtin, di rojên pêşiya me de aloziya siyasî ya li welêt dê mezintir bibe û Balûken têkest kir ku, rêya rizgariyê tenê di berfirehkirina demokrasî û azadiyê de ye.
Xendan
