Daxuyaniya civîna Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa
Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hat ragihandin û kopiyek jê gihîşte dest Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, proseya siyasî û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeheke fereh û xizmetguzar da bibe cihê baweriya hevwelatiyên Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin.
Herwih di civînê de Barzanî û Mistefa behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û nakokiyên di navbera wan de, û hewlên ku tên dayîn bo çareserkirina wan nakokiyan di rêya diyalog û danûstandinê re, kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye jî ku her du aliyan peywendiyên navbera PDKê û Tevgera Gorranê gotûbêj kirin, û dakokî li ser pêkvejiyan, yekrêzî û wekheviya hemû hêz û pêkhatên Herêma Kurdistanê kirin.
Rûdaw
