Sêva mêxekrêj dibe sembola jenosaîda gelê Kurd
Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Fuad Osman got: ‘’Me sêva mêxekrêj weke diyariya resen a Kurdistanê hilbijartiye ku pêşkêşî wan kesayetî û şandan bikin dema serdana qurbaniyên gelê Kurd dikin û bi vê mebestê wezareta me 1000 sêvên mêxekrêj ji şirketa Vîn Sêv kirîne.’‘
Fuad Osman wiha axifî: ‘‘Sêva mêxekrêj sembola jenosaîda gelê Kurd e, ji ber ku bêhna sêvê ji bo xelkê Helebceyê bêhneke ku tê naskirin û mêxek jî bi wateya berdewamiya jiyan û paşerojê ye, herwiha nîşana hezkirin û aştiyê ye ji ber vê jî baştirîn xelat ji bo nasandina jenosaîda gelê Kurd e.’‘
Sêva mêxekrêj, sêveke xwezayî ye ku piştî mêxekrêj kirinê bi sedan salan weke xwe dimîne û bêhna wê jê naçe. Hunermendê Kurd, Seywan Seîdiyan ji sala 2003’ê ve mijûlê nasandina wê sêvê ye wek sembola evîndarî û aştiyê bi Kurdistan û cîhanê ye.
Basnews
