• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞ dest danî ser 4 gundên Dozxormatuyê

Gulan Media February 5, 2014 Nûçe
DAIŞ dest danî ser 4 gundên Dozxormatuyê

Qeymeqamê qeza Dozxormatuyê ragihand ku çekdarên DAIŞ`ê bi çekên giran dest daniya ser çar gundên sînorê qeza Dozxormatuyê.

Şelal Ebdûl, qeymeqamê qeza Dozxormatuyê ragihand: "Îro 5/2/2014`n danê sibehê çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şam (DAIŞ) dest danîne ser çar gundên qezayê, ew gund ser bi bajaroka Silêman Begê a ser bi qeza Dozxormatuyê ne û navê wan gundan (Loqum, Hefriyat, Sirac û gundekî dinê."

Ebdûl got: "Çekdaran çekên giran bi wan re ye û artêşa Êraqê jî pêştir bi helîkopteran ew bombardoman kiribûn û karîn 5 çekdarên wan bikujin, lê niha helîkopter nikarin bi ser wan gundan de bigerin çûnkî metirsî li ser gundiyan heye."

Qeymeqamê qeza Dozxormatu ew jî diyar kir ku şêniyên wan gundan îşev li derveyî malên xwe derbas kirine û penaberî cihên dinê bûne.

Şelal Ebdûl got jî: "Hejmara çekdarên DAIŞ`ê nayên zanîn û artêşa Êraqê li navçeyê bi niyazin êrîşî ser wan bikin."

Xendan
Top