• Friday, 13 February 2026
logo

Reuters: 200 Kurdên Başûrê Kurdistanê (Iraqê) bo cîhadê çûne Surîyê

Gulan Media February 5, 2014 Nûçe
Reuters: 200 Kurdên Başûrê Kurdistanê (Iraqê) bo cîhadê çûne Surîyê
Ajansa Rueterê behsaçêroka ciwanekî Kurd yê ji bajarê Helebce dike ku tevlî rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê bûye û di şerekî li hemberî Yekîneyên Parastina Gel YPG de hatiye kuştin.


Ajansa Rueterê di raportek nûçeyan de amaja bi wê yekê kiriye ku nêzî 200 ciwanên Kurd yên Îraqê tevlî grûpên çekdar bûne.

Ajansa Rueterl behsa çêroka Ako Ebdulqadir yê 25 salî dike ku bi navê cîhadê berê xwe dabû Sûriyê ku soz dabû vegere û Herêma Kurdistanê bi navê Îslam`ê fetih bike lê cîhada Ako 2 heyvan dirêj ne kir ku di şerekî li hemverî şervanên Yekîneyên Parastina Gel de hate kuştin.

Heman ajansê di raporta xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku, Ako yekek ji 200 ciwanên Kurd yên tevlî rêzên çekdarên Îslamî bû ku li ser abnga cîhadê berê xwe dabû Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya ciwanên Kurd yên di bin navê cîhadê de ji bajarê Helebcê ku jêre tê gotin (Tura Bora) berê xwe dabû Sûriyê.


Xendan
Top