Malikî: Em ligel Hewlêrê hewla zêdekirina derhênan petrolê didin
Ev gotinên Nûrî Malikî di demekê de tên ku nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê derbarê pirsa betrplê hê nehatine çareserkirin, bi taybetî pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirakiyê û firotina wê di bazarên cîhanê de.
Malikî di gotara xwe ya heftane de, ku her çareşm pêşkêş dike, behsa sê pirsên sereke li Iraqê kir, yek ji wan pirsa rewşa rewlekariyê, ya duyem pirsa petrolê û ya sêyem budceya giştî ya Iraqê.
Derbarê rewşa ewlekarî û aloziyên Felûce, Serokwezîrê Iraqê got : “Em dê li himber her kesekî ku alîkariya terorê li Iraqê dike, rawestin, Iraq rijde li ser jinavbirina grûpên terorîst, lê bêy ku ti ziyan bigihe hevwelatiyan.”
li ser pirsa derhênan û şandina petrolê, Malikî ragihand ku “Em li Bexda û Herêma Kurdistanê hewla zêdekirina rêjeya derhênana petrolê didin, da dahat wê zêdetir bibe û qasî avedankirin û başkirina rewşa jiyanan zindaniyên siyasî, mlabatêb şehîdan û çîn û texên Iraqê bike.” Bêy ku bal bikşîne li ser nakokiyên di vî warî de navbera Bexda û Hewlêrê.
Herwiha Nûrî Malikî spasiya Parlamentoya Iraqê kir li ser pesendkirina yasaya xanenişînê û dxawza jê kir ku “Di demeke bilez de yasaya budceyê jî pesend bike, ji ber ku eger pesndkirina budceyê paşket dê nikaribin rewşa jiyana hevwelatiyan xweş bikin.”
Rudaw
