• Friday, 13 February 2026
logo

PDKê û YNKê ji bo pêkanîna hikûmetê dicivin

Gulan Media February 5, 2014 Nûçe
PDKê û YNKê ji bo pêkanîna hikûmetê dicivin
Biryare îro serokê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Nêçîrvan Barzanî, ligel şanda danûstandinan ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jib o pirsa pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanl bicive, û li gor zaniraiyan dê endamê polîtburoya YNKê Ednan Muftî serperiştiya şanda partiya xwe bike.

Ev civîna şanda PDKê ligel şanda YNKê, piştî wê yekê tê ku îro sibehê şanda PDKê ligel şanda Tevgera Gorranê, ji bo pêk anîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, civiyabû.

Piştî ku cîgirê duyem ê Skreterê Giştî yê YNKê û serokê şanda wê Dr. Berhem Salih ragihand ku wî dest ji posta xwe berda “Heta lidarxistina kongreya YNKê di zûtirîn dem de û bê saxtekarî”, niha nediyare bê kî dê serokatiya şanda YNKê bike.

Ji bo vê mebestê Tora Medyayî ya Rûdawê peywendî bi endamekî polîtburoya YNKê re kir û wî endamî wiha got: “Kak Ednan Muftî dê serpirştiya civînên YNKê ligel Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel de bike.”

Wî endamê polîbûroya YNKê got jî: “Kak Fuad agehdarê hemû zaniraiyên girêdayê wê rûniştinê ye.”

Birayre di vê civînê de, ji bilî pirsa pêkanîna hikûmetê, nakokiyên vê dawiyê yên di nava YNKê de jî bên gotûbêjkirin.

Rudaw
Top