• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîrê berê yê Malaysia: Mafê Kurdan e bibin xwedî dewlet

Gulan Media February 5, 2014 Nûçe
Serokwezîrê berê yê Malaysia: Mafê Kurdan e bibin xwedî dewlet
Serokwezîrê berê yê Malaysia Mahathir Mohamad dibêje ku mafê Kurdan heye bibin xwedî dewlet.

Mahathir Mohamad ku siyasetmedarekî navdar ê cîhana îslamî ye, di dema pêşwazîkirina xwendekarekî Kurd ku li wî welatî ji bo bidestxistina masterê dixwîne de, got “Kurd mafên wan heye bibin xwedî dewlet”. Bi baweriya wî jî Kurd çansê wan li Iraqê zêdetire ku pêşkevin.

Mahathir Mohamad ku 22 salan Serokwezîrê Malaysia bû û wek bavê Malaysia modern tê naskirin, herwiha got “Kurdistan ji beşên din ên Iraqê aramtir e, ji ber vê yekê çansê Kurdan ji bo pêşketinê zêdetir e”.

Mahathir Mohamad ku di navendên navdewletî de wek rexnegirekî siyasetên Amerîka û Ewropa tê naskirin, got “Şaşiya herî mezin a ku welatên Rojava kiriye ew bû ku dema Rojhilata Navîn parve kirin Kurdistan nedane Kurdan û dewletek ji bo Kurdan ava nekirin”.

Rûdaw
Top