• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞ bi dizî ketine Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 5, 2014 Nûçe
DAIŞ bi dizî ketine Herêma Kurdistanê
Lijneya asayîş û berevaniyê li encûmena nûneran a Êraqê aşkira kiriye ku zanyariyên li ber destê wan hene piştraskirine ku endamên ser bi dewleta îslamî li Êraq û Şamê (DAIŞ) bi rêya ew malbatên ku ji Enbarê koçberî Herêma Kurdistanê bûne karîne bi dizîkî bikevin Herêma Kurdistanê.

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li encûmena nûneran a Êraqê Hakim Zamlî ji Xendanê re ragihand ku piştî dorpêçkirin û embargodanîna ser endamên DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê, ew endam ji bo ku ji dorpêçê derkevin û kiryarên xwe yên terorîstî li navçeyên din encam bidin xwe xistine nava malbatên penaberên Enbarê û xwe xilas kirine.

Zamlî got: Li gor zanyariyên li ber destê me dene ew endam li gel malbatên penaber xwe vedizîne û derbasî nava Beexdad û Kerbela û Herêma Kurdistanê bûne.

Bi gotina Zamlî, endamên DAIŞ`ê bi bê ku kes wan nas bike nasnameyên sexte bikartînin û xwe tevlî malbatên penaber yên Enbarê kirine û dikarin bi navê wan malbatan bi rehetî tevbigerin.

Derbarê zincîrên teqînên îro çarşeme li Bexdadê li navçeya kesk jî xistiye stuyê çekdarên DAIŞ`ê ku li gel malbatên Enbarê ku berê xwe dane Bexdadê .

Xendan
Top