Koşka Spî bo Rûdawê: Me serdana Barzanî hilneweşandiye
Di raporteke peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Washingtonê de ku dê îro di ekrana Rûdawê de bê weşandin, berpirsekî bilind ê Koşka Spî radigihîne ku hilweşandina serdana Mesûd Barzanî ne têkildarî wan bû.
Ew berpirê Koşka Spî dibêje “Baştire ji ofîsa Barzanî bipirsin ji bo çi xişteya serdana xwe guhertiye”.
Di raportê de nêrîna çend lêkolîneran hatiye wergitin ku derbarê bandora hilweşandina wê serdanê li ser têkiliyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê de diaxifin.
Biryar bû roja 27/1/2014 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amerîka bikira û di 31/1/2014 de ligel Serokê Amerîka Barack Obama û Cîgirê wî Joh Biden biciviya, lê Barzanî bi xwe serdana xwe hilweşand.
Sedema hilweşandina serdana Barzanî bo Amerîka vedigere biryareke Amerîka ku berî 13 salan derketiye û li gor wê biryarê her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di nava “Lîsteya Reş” ya Amerîka de ne.
Rûdaw
