• Friday, 13 February 2026
logo

Li her deverên cîhanê heman deng“Ez Kurdistanî Me“

Gulan Media February 4, 2014 Nûçe
Li her deverên cîhanê heman deng“Ez Kurdistanî Me“
Li ser medyaya civakî kampanyaya “Ez Kurdistanî Me“ hate destpêkirin. Kampanyaya ku bi serpereştiya Mehvan Gara û piştgiriya Hiyam Çetînkaya ku niştecihên Swêdê ne di 19ê Çile de destpêkir, di nava demeke kurt te li seranserî cîhanê yê ku Kurd lê dijîn belav bû.

Di çarçoveya kampanyaya navderbasbûyî de Kurdên ji herçar parçeyên Kurdistanê yên li gellek deverên cîhanê yên cuda dijîn, bi wêneyekî Kurdistanîbûna xwe tînin zimên. Kesên beşdarî kampanyayê dibin, wêneyekî xwe yê ku di destên wan de li ser kaxezekî “Ez Kurdistanî Me“ hatiye nivîsandin didin girtin. Xwediyê wêne di bin sernivîsa “Ez Kurdistanî Me“, nav û bajarê xwe yê Kurdistanê jî dinivîsin. Ev wêne bi vî awayî li ser medyaya civakî Facebook û Twitterê tê belavkirin.

Navdaran jî piştgir in


Di roja yekemîn ya kampanyayê de gellek kesên navdar jî piştgiriya xwe bi wêneyên xwe yên bi heman şêweyî diyar kirin. Hunermendên navdar yên wekî Ciwan Haco, Nasir Rezazî, Necmedîn Xulamî, Ezîz Weysî û Hesen Şerîf jî beşdarî kampanyayê bûn. Herwiha kesayetiyên mîna nivîskar Xelîl Duhokî û şaredarê Sûr a Amedê Abdullah Demîrbaş jî ji kesên destpêkê beşdarî kampanyayê bûne.

Elaqa pêl bi pêl belav dibe


Piştî wekî gava yekemîn wêneyên girêdayî kampanyayê yên navdaran hatin belavkirin, ji seranserî cîhanê û ji herçar parçeyên Kurdistanê wêneyên bi heman şêweyî li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Ji hêla din ve amadekarên kampanyayê armanca kampanyaya “Ez Kurdistanî Me“ bi bandora neyînî ya çarparçebûna Kurdistanê ve girêdan û diyar kirin ku ew dixwazin bi vê kampanyayê sînorkişandina di mêjiyan de jî ya li ser Kurdistanê nedinqebûlkirin.

Kampanya wê di rojên pêş de jî dewam bike û çav li rêye ku roj bi roj hem elaqa zêdetir bibe û hem jî bi rêya medyaya civakî hesta girêdana bi Kurdistanê ve bi vî awayî geştir bibe.

Rudaw
Top