Li ser daxwaza Kurd civîna Parlementoya Îraqê hate paş xistin
Li ser daxwaza Parlementerên Kurd Parlementoya Îraqê civînên xwe paş xist.
Di vê derbarê de Parlementera Parlementoya Îraqê ya ser bi firakisyona hevpeymaniya Kurdistanî ragehand ku li ser daxwaza Parlementerên Kurd Serokatiya Parlementoya Îraqê civînên Parlementoya heta 11 Mehê paş xistiye.
Ezîz eşkere kir ku armanc ji paş xistina wan civînan afirandina derfetê bo danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê ye daku di nava wan rojan de Hewlêrê û Bexda bikaribin li ser pirsa şandina petrola Kurdistanê bo derve giftûgo bikin.
