Nêçîrvan Barzanî perseyên xwe pêşkêşî Osman Baydemîr kir
Serokwezîrê Kurdistanê perseyên xwe pêşkêşî Osman Baydemîr kir.
Dohê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta koça dawî ya birayê vî bi rêya telefûnê perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Serokê Şaredariya mezin yê Amedî Osman Baydemîr kir.
Di beşeke din ya peywendiya telefûnî de Serokwezîrê Kurdistanê hevxemiya xwe bo Baydemîr û kesûkarên vî diyar kiriye û hêvî xwestiye ed xema dawî ya Baydemîr û malbeta vî be.
Li hember de jî Baydemîr spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
