Demirtaş: "Emê li pişta xwe alîkariyê derbasî Rojava bikin."
Selahedîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî astengkirina derbasbûna kamyonên alîkariyê da û li pêş kamyonan daxuyaniyek da û got: “Gelê Mêrdînê bi mehane ji bo gelê Kurd ê li Rojava alîkariyê kom dike û ji ber derbasbûna alîkariya wan hatiye astengkirin, nerazî ye.”
Demîrtaş di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rayedarên hikûmetê kir ku pirsgirêkê tavilê çareser bike û got, "Ev alîkarî li vê derê ji aliyê gelê Kurd ve bi mehan e ji bo gelê Rojava hatiye komkirin. Di nava vê alîkariya hatiye berhevkirin de kelûmelên divê li derve nemînin, ku dikarin xera bibin jî hene. Lê mixabin niha li derve tên sekinandin. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê çareser bibe."
Li dawiya axaftina xwe Selahed’n Demirtaş teqez kir û got: “Eger hewce bike wê bi sed hezaran mirov ve alîkariyê li pişta xwe bikin û bi peya derbasî Rojava bikin. Hingî kesê nikaribe pêşî li vî gelî bigire, nikaribe asteng bike."
ANF
