• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî dê ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê bicive

Gulan Media February 4, 2014 Nûçe
Barzanî dê ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê bicive
Biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Berlînê ligel Wezîrê Derva yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bicive.

Barzanî ku di 15ê vê mehê de bi serdanekê gihişte Ewropayê, niha li Almanya ye û dê piştî nîvro ligel Steinmeier bicive.

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Berlînê ragihand ku civîna navbera Barzanî û Steinmeier dê saet 17:30 li avahiya Wezareta Derve ya Almanyayê bê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka serdana xwe de ligel Serokomarê Nemsayê Heinz Fischer civiya û pişt re serdana Belcîkayê kir û li Parlamentoya Ewropayê li Brokselê gotarek pêşkêş kir.

Barzanî herwiha beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos) kir û di çarçoveya korbendê de ligel Serokwezîrê Holanda, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Swîdê, Wezîrê Derve yê Fransa, Serokwezîrê Gurcistanê, Wezîrê Derve yê Îtaliya û çend berpirsên din civiyabû.

Rûdaw
Top