Barzanî dê ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê bicive
Barzanî ku di 15ê vê mehê de bi serdanekê gihişte Ewropayê, niha li Almanya ye û dê piştî nîvro ligel Steinmeier bicive.
Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Berlînê ragihand ku civîna navbera Barzanî û Steinmeier dê saet 17:30 li avahiya Wezareta Derve ya Almanyayê bê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka serdana xwe de ligel Serokomarê Nemsayê Heinz Fischer civiya û pişt re serdana Belcîkayê kir û li Parlamentoya Ewropayê li Brokselê gotarek pêşkêş kir.
Barzanî herwiha beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Foruma Davos) kir û di çarçoveya korbendê de ligel Serokwezîrê Holanda, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Swîdê, Wezîrê Derve yê Fransa, Serokwezîrê Gurcistanê, Wezîrê Derve yê Îtaliya û çend berpirsên din civiyabû.
Rûdaw
