17 hezar kes Di zindanên Sûriyê wendayî ne
Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê aşkere kir ku 17 hezar girtî di zindanên rejîma Sûriyê de rastî îşkenceyê tên û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Duh kurê dijberekî rejîma Sûriyê bi navê Wîsam Sare di bin îşkenceyê de hat kuştin. Di vê derbarê de Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de metirsiya xwe anî ziman ku çarenivîsa 17 hezar kesên wenda di zindanên rejîmê de heman çarenivîsa Wîsam be.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin “Meha çile ya borî ya herî xwînî bû ji destpêka şoreşê ve di 18ê adara 2011an ku tê de nêzîkî 5 hezar û 794 kes li Sûriyê hatin kûştin”.
Li gor wê rêxistinê, hejmara kesên sivîl yên di meha borî de hatine kuştin 3 hezar û 13 kes in, ji wan 358 zarok, 225 jin û 1281 çekdarên opozîsyonê ne, tevî 30 kes nenaskirî û 14 leşkerên ku ji artêşa rejîmê cuda bûne.
Rewangeha Sûriyê diyar kir ku 1251 kes ji çekdarên îslamî, DAÎŞ, Cebhet el-Nusre hatine kuştin û piraniya wan ne xelkê Sûriyê ne yan jî bê nasname ne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di meha çile ya borî de 923 leşkerên rejîmê, 502 çekdarên sûrî yên alîgirên rejîmê (Şebîhe), 9 çekdarên Hizbûllahê Libnanê û 52 çekdar şîeyên alîgirê rejîmê yên ne sûrî hatine kuştin .
Rûdaw
