• Friday, 13 February 2026
logo

Ji 2009’ê ve Îranê zêdeyî 3 hezar kes dardane

Gulan Media February 3, 2014 Nûçe
Ji 2009’ê ve Îranê zêdeyî 3 hezar kes dardane
Navenda Ebdilrehman Birûmend (ABF) ragehand ku di hundirê 5 salên borî de, Komara Îslamî ya Îranê 3 hezar û 332 kes îdam kirine. Herwiha zêdeyî 20 çalakvanên siyasî yên Kurd jî li benda darvekirinê ne.

Navenda navbirî aşkere kir ku wê zanyariyên derbarê hejmara kesên darvekirî de ji aliyên bawerpêkirî, fermî, çavkaniyên nav hikûmetê û çavkaniyên taybet wergirtine. ABF’ê di van daneyên xwe de tenê hejmara wan kesan tomar kirine ku hatine darvekirin, ji xeynî wan kesên ku bi guleyên hêzên ewlekariyê li derveyî zindanan tên kuştin.

Di çend salên dawî de, rêjeya darvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd di nav zindanên Rojhilata Kurdistanê û Îranê de zêde bûye. Herwiha li gor zanyariyan niha 20 çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê biryara bidarvekirinê derheqê wan de derketiye û li benda îdamkirinê ne.

Basnews
Top