• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdên Rojava jî di nav DAÎŞ’ê de tên dîtin

Gulan Media February 3, 2014 Nûçe
Kurdên Rojava jî di nav DAÎŞ’ê de tên dîtin
Li gorî dîmenekî vîdyoyî ku ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatiye belavkirin, xortekî bi rîh dibêje ku ew ji navçeya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û bi kurmanciyeke zelal diaxife û daxwazê ji xortên Kurdan dike ku tevlî DAÎŞê bibin “ji bo şer li dijî PKK’ê”.

Ev cara yekem e ku dixwiye Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di nav DAÎŞ’ê de hene, ji ber DAÎŞ her tim dibêje ku Kurd kafir in û gefan li wan dixwe. Li gor zanyariyên ji çend kesên ku berê êsîrbûn li ba DAÎŞ’ê hatine bidestxistin, hinek çekdarên DAÎŞ’ê ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn, bi taybetî ji wan navçeyên ne ser bi herêmên Kurdî, wek çend navçeyên bakûr û rojhilatê derdora Heleb û Kurdên li Reqayê.

Li gor heman agahiyan hinek kes ji çekdarên DAÎŞ’ê bi zaravê Kurmancî diaxifîn û herwiha rûyê xwe jî venaşêrin, wek ku çekdarên DAÎŞ’ê dikin. Lê ligel vê yekê zanyariyên hûr li ser hebûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê di nava rêzên DAÎŞ’ê de hene, ku ser bi El-Qaîde ye, lê hejmara wan kêm.

Berî niha jî, çendîn xortên Kurd ji Başûr û Bakûrê Kurdistanê tevlî grûbên Îslamî yên radîkal li Sûriyê bûne û di nav wan de jî DAÎŞ, lê berî niha tu zanyarî li ser tevlîbûna xortên Rojavayê Kurdistanê di nav wan grûban de, nebûn.

Basnews
Top