Pêşmerge ji sedî 33’ê axa İraqê diparêzin
Endama Parlamentoya İraqê ser bi Hevpeymaniya Kurdistanê Eşwaq Caf, tekez kir ku divê hikûmeta Bexdayê meaş, pêdiviyên leşkerî, lojîstîk û meaşê xanenişînî ji Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re serf bike û got: ‘’Ji ber çi li Wezareta Parastinê were serfkirin ji Herêma Kurdistanê jî tê birîn.’‘
Eşwaq Caf wiha axifî: ‘’Beşa butçeya Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17’ê butçeya İraqê ye, Bexda hemû mesrefên wezaretan jê dibire, evna jî tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê hevbeş e di hemû wezaretên girîng e, ji wan jî Wezareta Parastinê ya İraqê, loma divê hikûmeta navendî meaşê hêzên Pêşmerge bide û di butçeyê de jî cih bigire. Ji ber hêzeke destûrî ye û nêzîkê ji sedî 33’ê axa İraqê diparêzin, herwiha avahiya Parlamentoya İraqê jî.’‘
Caf wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Dîrokeke Pêşmergeyan a geş û cihê şanaziyê heye, çendîn sal li dijî rejîmên totalîter rawestiyane, herwiha beşdarî proseya rizgarkirina İraqê jî bûn û ji sala 2003’ê ve wek hêzeke organîzekirî di çarçoveya sîstema parastinê de li Herêma Kurdistanê sînorên İraqê diparêzin, loma divê rêz li wan bê girtin û mafê wan jî bê garantîkirin.’‘
Basnews
