• Friday, 13 February 2026
logo

Pêşmerge ji sedî 33’ê axa İraqê diparêzin

Gulan Media February 3, 2014 Nûçe
Pêşmerge ji sedî 33’ê axa İraqê diparêzin
Parlamentera Kurd Eşwaq Caf ragehand ku Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ji sedî 33’ê axa İraqê diparêzin, lê hikûmeta Bexdayê meaş û pêdiviyên wan ên leşkerî nade.

Endama Parlamentoya İraqê ser bi Hevpeymaniya Kurdistanê Eşwaq Caf, tekez kir ku divê hikûmeta Bexdayê meaş, pêdiviyên leşkerî, lojîstîk û meaşê xanenişînî ji Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re serf bike û got: ‘’Ji ber çi li Wezareta Parastinê were serfkirin ji Herêma Kurdistanê jî tê birîn.’‘

Eşwaq Caf wiha axifî: ‘’Beşa butçeya Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17’ê butçeya İraqê ye, Bexda hemû mesrefên wezaretan jê dibire, evna jî tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê hevbeş e di hemû wezaretên girîng e, ji wan jî Wezareta Parastinê ya İraqê, loma divê hikûmeta navendî meaşê hêzên Pêşmerge bide û di butçeyê de jî cih bigire. Ji ber hêzeke destûrî ye û nêzîkê ji sedî 33’ê axa İraqê diparêzin, herwiha avahiya Parlamentoya İraqê jî.’‘

Caf wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Dîrokeke Pêşmergeyan a geş û cihê şanaziyê heye, çendîn sal li dijî rejîmên totalîter rawestiyane, herwiha beşdarî proseya rizgarkirina İraqê jî bûn û ji sala 2003’ê ve wek hêzeke organîzekirî di çarçoveya sîstema parastinê de li Herêma Kurdistanê sînorên İraqê diparêzin, loma divê rêz li wan bê girtin û mafê wan jî bê garantîkirin.’‘

Basnews
Top