Li Kurdistanê 15 hezar Mesîhiyên koçber hene
Di vê derbarê de Rêveberê Karûbarê Mesîhiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Kurdistanê Xalid Elber ji BasNewsê re got: ‘’Niha nêzîka 15 hezar malbatên Mesîhî yên koçber ên İraqê li Herêma Kurdistanê ne û piraniyan wan jî li Hewlêrê ne, piştî wê jî Duhok û Silêmanî tên. Herwiha hatin û koçberbûna Mesîhiyan bo Kurdistanê berdewam e û hejmara wan jî zêdetir dibe.’‘
Xalid Elber da zanîn ku Mesîhî bi wê nêtê tên Herêma Kurdistanê daku piştre biçin welatên din ên Ewropayê û wiha axifî: ‘’Lê dema tên û vê pêşketina aborî û civakî dibînin ku hîç ferq û cudahiyeke wan ligel Misilman û olên din nîne, êdî biryar didin ku bimînin û neçin welatên din.’‘
Elber wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Hejmareke zêde ya wan li dam û dezgahên hikûmeta Kurdistanê hatine damezrandin û piraniya wan malbatên ku biryar dane welat bicîh nehêlin xanî ji xwe re kirîne û niha li Kurdistanê bicîh bûne, herwiha hinek ji wan jî çûne gundên Mesîhiyan ên sînorê parêzgeha Duhokê û li wir bicîh bûne.’‘
Elber eşkere kir ku tenê li Enkaweya Hewlêrê 600 malbatên koçber ên Mesîhî bicîh bûne û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Li Kurdistanê hîç pirsgirêkeke olî nîne û vêna jî rê xweş kiriye daku hevwelatiyên Mesîhî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.’‘
Hêjayê gotinê ye li Herêma Kurdistanê nêzîka 130 hezar Mesîhî hene û bi awayekî azad dikarin hemû merasîmên xwe yên olî birêve bibin. Herwiha ligel navçeyan bi taybetî wek Şeqlawe ya Hewlêrê û Duhokê peywendiyeke baş a civakî di navbera Mesîhî û Kurdên Misilman û olên din de heye.
Basnews
