• Friday, 13 February 2026
logo

Cemîl Bayik: Ez bawer nakim PKK û PDK li ser Rojava li hev bikin

Gulan Media February 3, 2014 Nûçe
Cemîl Bayik: Ez bawer nakim PKK û PDK li ser Rojava li hev bikin
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku ji nû ve vekişîna gerîlayên HPG'ê bi pêşketinan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku eger ji hewldanên çareseriyê re bersiveke neyînî bê dayîn, wê gerîlayên ku vekişîne dîsa vegerin Bakurê Kurdistanê. Bayik, her wiha anî ziman ku ew bawer nake ti lihevhatinek di navbera PKK û PDKê li ser Rojava çêbibe û Kongreya Netewî jî were lidarxistin.

Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de digel rojnamevanê rojnameya Vatanê ya Tirkiyê, Rûşen Çakir, ku beşda wê ya duyemîn îro hat belavkirin, li ser rewşa pêvajoya çareseriyê, Rojavayê Kurdistan û Sûriyê daxuyanî da.

Derheqê pirseke li ser vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê de Bayik got, "Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye. Ez niha tiştekî nabêjim; emê vekişin an venekişin. Me ev yek bi awayekî zelal ji raya giştî re gotin: Eger çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dewam neke, muzakere dewam neke, emê hêzên xwe yên ku vekişiyane dîsa vegerînin. Hîn jî di heman nêrînê de me. Divê bi me re, bi Rêberê (Ocalan) me re, bi tevgera me re, bi gelê me re lîstik neyê lîstin. Pêwîste ji hewldanên me yên erênî yên ji bo çareseriyê, bersiveke neyînî neyê dayîn. Eger bersiveke neyînî bê dayîn, bêguman emê hêzên xwe yên vekişiyane, ji nû ve vegerînin."

Bayik da xuyakirin, ku rewşa bêbersivmayîna hikûmeta AKP'ê li pêşberî tevgera wan, tê wateya bersiveke neyînî û got, "Tu dê çiqasî erênî bifikirî, bi berpirsyarî tevbigerî, bi awayekî yekalî hewl bidî; sînorê vê yekê heye, jê wêdetir nîne. Li kudera cîhanê hatiye dîtin ku bi awayekî yekalî pirsgirêk çareser bûye. Eger pirsgirêkek hebe, aliyên wê hene. Pirsgirêk jî bi aliyan re çareser dibe. Bi yekalî çareser nabe. Em li nêzîkatiya AKP'ê binêrin: Dibêje pirsgirêk heye û ezê çareser bikim. Tu aliyekî cidî negirî û nebînî, gelo tu dê çawa pirsgirêkê çareser bikî? Eger hikûmet dixwaze pirsgirêkê çareser bike, hingî divê civakê ji vê re amade bike. Eger bixwaze amade bike, dikare amade bike. Ji xwe di raporên mirovên aqilmend de jî xuya kir ku beşeke mezin a civakê çareseriyê dixwaze.

Wî rayedarê PKKê, anî ziman ku hikûmet dikare bi hêsanî raya giştî amade bike û eger hinekî şert û mercên Ocalan sererast bike, Ocalan jî dikare hîn bêtir civakê amade bike lê li gel ku civak jî dixwaze AKP û Erdogan vê yekê naxwazin.

Bayik di mijara Kongreya Neteweyî de jî nirxandin kir û anî ziman ku di rewşa heyî de pêkhatina kongrê bi çareseriya pirsgirêkên li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Cemîl Bayik, li ser nûçe û tiştên ku derheqê lihevkirina navbera PKK û PDKê li ser Rojava û Kongreya Netewî ya Kurd her wiha naveroka nameya ku Ocalan ji Barzanî re nivîsandiye ku tê gotin Leyla Zana dê bide destê Barzanî, diyar kir ku ew Ocalna jî nas dikin û helwesta Barzanî jî li hember Rojava dizanin lewma ew bawer nakin lihevhatinek wisa çêbibe û bêyî ku navê Barzanî bîne ziman wiha axivî: “Ji bo pêkhatina kongre yan jî konferansa neteweyî, divê tu hurmetê nîşanî şoreş, berxwedan û vîna li Rojava bidî. Divê tu parçe nekî. Li aliyekî dorpêçê deynî, di nava êrîşan de cih bigirî, gelo dê çawa kongreya neteweyî li dar bikeve? Em dixwazin bi kongreya neteweyî re pirsgirêkên navbera Kurdan çareser bibe.”

Hevserokê KCKê her wiha ragihand ku polîtîkayên PDK'ê yên li herêmê bi Enqerê re di rewşeke kordîneyî de tê meşandin û got, "Hem polîtîkayên wan ên herêmê bi kordîne ye hem jî berjewendiyên wan ên aboriyê hene. Yê ku hemû polîtîkayan diyar dike, berjewendiyên aborî ne. Di navbera PDK û AKP'ê de peymanên aboriyê heye ku buhayên wan digihêje mîlyaran. Ev peymanên han hemû polîtîkayan diyar dikin. Petrol, gaz, şîrketên hevpar, firotina petrola qaçax."

Cemîl Bayik anî ziman ku mijara Sûriyê ji bo hemû hêzan mijareke stratejîk e, navendeke û destnîşan kir yên li Sûriyê qezenç bikin ewê karibin xwe li Rojhilata Navîn bicih bikin.

Bayik di dewama axaftina xwe de got, "Sûriye ji aliyekî ve mîna marketa Rojhilata Navîn e. Navenda nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn e. Bala xwe bidinê, El Qaîdê Sûriye ji xwe re weke navendekê hilbijartiye. Ji ber vê yekê ji derve ji hemû welatan milîtanan tîne. Bi pere mirovên cuda tîne. Bi bicihkirina hêza xwe li wê derê re dixwaze Sûriyê bi dest bixe. Dixwaze wê derê ji xwe re bike navend û li ser gelemperiya Rojhilata Navîn serdest bibe. Stratejiyeke wiha dişopîne. Weke ku tê zanîn El Qaîde dibêje ew Îslama Sunnî dipejirîne. Îslam Şîe jî heye. Vê jî Sûriye ji xwe re weke navend hilbijartiye. Îslama Şîe jî dixwaze bi wergirtina encamekê ji Sûriyê, li Rojhilata Navîn serdest bibe û armancên xwe bicih bîne.”

Li gorî Cemîl Bayik, ji bo Amerîka û Rûsya, Tirkiye û Kurdan jî Sûriye navendeke û wiha domand: “Amerîka dixwaze şerê xwe yê ku li Efxanistanê destpê kir û li Tûnisê dewam kir, li Sûriyê bi encam bike. Ji ber ku Sûriye li herêma Ereb welatê herî dawî ye. Li gorî encamên ji wê derê derkeve, wê Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Eger ji Sûriyê encamê negire, wê şerê wê bê encam bimîne, berevajî bibe. Ji bo Rûsyayê jî ji xwe kela ye. Eger Rûsiya, Sûriyê winda bike wê hemû berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn wihda bike. Ji bo Tirkiyê jî ji xwe navendeke. Ji ber ku polîtîkayên wê yên derheqê Sûriyê de heta îro bê encam mane, pirsgirêkan dijî. Dîsa ji bo Kurdan ew der navendeke. Qezençkirin an jî windakirina Kurdan li wê derê wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Ji xwe ji ber vê yekê hemû hêz li Sûriyê şer dikin."

Rudaw
Top