• Friday, 13 February 2026
logo

Bombebarankirina Helebê bi bermîlan berdewam e

Gulan Media February 2, 2014 Nûçe
Bombebarankirina Helebê bi bermîlan berdewam e
Hêzên asmanî yên hikûmeta Sûriyê êrîşên xwe yên bi bermîlên teqîner li dijî tax û gundewarên bajarê Helebê didomînin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê, helîkopterên leşkerî yên rejîma Sûriyê çendîn taxên Helebê bi bermîlên teqîner bombebaran kirine û di encamê de bêtirî 85 kesan hatine kuştin.

Bi gotina Rêveberê Rewangehê, Ramî Ebdulrehman, ev êrîş ji destpêka şerê ku di havîna 2012an de li Helebê destpê kiriye,êrîşên herî xwînayî ne.

Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê ragihand ku wezîrê berevaniya Sûriyê Fehid Casim el-Firêc serdana çendîn xalên leşkerî li bajarê Helebê kiriye.

Tevî lidarxistina kongreya Cenêvê û hewlên serrperştyarên kongreyê ji bo sivikkirina şer û pevçûnan, lê bi gotina çalakvanên sûrî, êrîşên hêzên rejîmê li dijî bajarên Helebê gurtir û dijwartir bûne.

Rûdaw
Top