• Friday, 13 February 2026
logo

Ehmed Tohme: Em goh nadin kantonên PYDê

Gulan Media February 2, 2014 Nûçe
Ehmed Tohme: Em goh nadin kantonên PYDê
Serokê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê, Ehmde Tohme ragihand ku ew guh nadin rêveberiyên kantonên PYDê û ew dê di demekê nêzîk de kar û projeyê hikûmeta demkî bigînin navçeya Cizîrê.

Ehmed Tohme di hevpeyvînke taybet de ligel Rûdawê derbarê rêveberiyên xweseriya demokratîk ên ku PYDê û hevalbendên xwe ragihandine got: “Em guh nadin vê gava Partiya Yekîtiya Demokratîk, ti sûda wê gavê nîne û aliyê ku ev gaz daye nûneratiya Kurdan nake û ew proje armancên siyasî li piştin, bi taybetî ku rojekê berî kongreya Cenêv2 hatiye, dê ew proje ligel serkeftina şoreşa Sûriyê û hilweşana rejîmê bidawî bê.”

Herwiha Tohme got ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) “Nûneratiya piraniya Kurdan dike û ew beşeke ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û niha beşdarî Cenêv2 ne”.

Serokê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ragihand jî ku: “Kurd beşekin ji gelê Sûriyê ne û hemû mafên wan ên netewî ku berî niha ji wan hatibûn sitandin, parastî ne.”

Ehmed Tohme aşkere jî kir ku “Di demeke nêzîk de dê hikûmeta demkî berê xwe bide navçeyên Cizîrê û bajarên Kurdnişîn û dê xizmetguzariyên pêwîst wek tendirustî, xwendin û xizmetguzariyên din li wan navçeyan peyda bikin, herwiha ji vê alî ve dê hikûmet hevkarê ENKSê be.”

PYDê û hevalbendên wê roja 21ê Çile li Cizîrê, 27ê Çile li Kobanî û 29ê Çile li Efrînê Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ragihandin, û Rojavayê Kurdistanê kire 3 kanton bê ku ti sîmayeke Kurdî yan jî Kurdistanî bide wan her 3 kantonan.

Rûdaw
Top