• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî bo Obama: “Bila ez şermezarê Amerîka bim lê ne şermezarê miletê xwe bim”

Gulan Media February 2, 2014 Nûçe
Barzanî bo Obama: “Bila ez şermezarê Amerîka bim lê ne şermezarê miletê xwe bim”
“Bila ez şermezarê Amerîka bim lê ne şermezarê miletê xwe bim”, ev bersiva fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo îdareya Amerîka piştî red kirina vexwendineke fermî bo serdana washingtonê, herwiha Barzanî gotiye: “Heta arîşeya dayîna vîze bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê neyê çareserkirina, ez serdana Amerîka nakim.”

Biryarbû di 27ê meha borî de Serokê Herêma Kurdistanê serdana Amerîka bike, lê piştire Barzanî bi xwe ev serdan hilweşand. Sedema vê biryarê jî vedgere bo biryareke Amerîka ku berî 13 salan derketiye û navê her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xist nav lîsteya reş ya Amerîka de.

Dema ku hemwelatiyên Kurdistanê daxwaza sitandina vîze pêşkêşî konsulxaneya Amerîka li Hewlêr dikin, rûbirûyê arîşeyan dibin û konsulxane gelek pirsyarên taybet ji wan dikin, yek ji wan pirsyaran ewe ku ji wan dipirsin bê ew endamên çi partiyekê ne, û eger derket ew kes hevalê PDKê û YKKê ye dayîna vîze bo wan zehmet dibe û dereng dikeve.

Çavkaniyeke nêzîk ji Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku “Dema ku serok zanî ew arîşe heye, biryar da ku serdana Amerîka neke heta ew arîşe neyê çaresrkirin.”

Ji aliyê xwe berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefe da zanîn ku ew niha mijûlê çareserkirina arîşeyan e û got: “Di salên borî de me gelek name bo konsulxane, balyozxane û wezareta Derve ya Amerîka li ser vê pirsê şandin.”

Felah Mistefa amaje kir ku navê YNKê û PDKê di nav lîsteya rêxistinên bi guman de ye û Eiha got: “Piştî bûyera 11ê Êlûna sala 2001ê li NewYork û Washingtonê, her grûpek ku ji du kesan zêdetir be û çek li dijî hikûmetên xwe helgirtibin, navê we ketiye nav wê lîsteyê de.“

Herwiha Mistefa amaje kirk u “Ew lîste ji 3ê xaneyan pêk tê, xana yekem û duyem grûpên terorîst vedigre, xaneya sêyem jî wan grûpan vedigire ku xebata çekdarî li dijî hikûmên welatên xwe dikin, me ji Amerîkiyan re got ku we bi xwe Sedan rakir, pêwîste navê Kurd jî ji wê lîsteyê bê rakirin.”

Ji aliyek din ve îdareya Amerîka ragihand ku çareserkirina vê arîşeyê ne di dest wande ye, lê di dest Kongresê de ye, herwiha li gorî zaniyariyê Rûdawê dê ev arîşe di nav acîndeyên serdana Barzanî bo Amerîka de ba, ji ber ku Biden ji Barzanî re goribû ku Barak Obama bi xwe hewl daye da vê arîşeyê çareser bike.

Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji Rûdawê re ragihand ku “Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe got ku niha derfeta min nîne da ez serdana Amerîka bikim, Serokê Herêma Kurdistanê ji Cîgirê Serokê Amerîka re got ku ew dê demek din serdana Amerîka bike.”

Derbarê arîşeya dayîna vîze bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, Rûdawê peywendî bi konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê kir lê wan got: “Em ti daxuyaniyan derbarê babetên girêdayî vîze nadin.”

Rûdaw
Top