• Friday, 13 February 2026
logo

Bahçelî: Erdogan bûye pismamê Barzanî

Gulan Media February 2, 2014 Nûçe
Bahçelî: Erdogan bûye pismamê Barzanî
Serokê Giştî yê Partiya Neteperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, tiştekî sosret bi Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan ve kir: “Tu bûyî pismamê Barzanî”. Di çarçoveya propagandeya hilbijartên herêmî yên Tirkiyê de, serokê MHPê Devlet Bahçelî, li bajarê Denîzlî yê Tirkiyê êrişî serokezîr Erdogan kir û ew bi gendeliyê û diziyê tohmetbar kir û ji xelkê xwast dengê xwe nedin AKPê. Devlet Bahçelî her wiha Erdogan bi perçekirina Tirkiyê tohmetbar kir û behsa avakirina kontonên Rojavayê Kurdistanê û serdana Barzanî ya Amedê jî kir û wiha got: “Erdogan rojekî Barzanî tîne Enqerê rojekî tîne Amedê, bûye pismamê Barzanî”. Serokê MHPê anî ziman ku eger rewşa Tirkiyê wiha bidome dê Tirkiye perçe bibe û Kurdistan li vir jî bê avakirin.Rûdaw
Top