Rêveberiya avedaniyê ya parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şandek pisporên Japonî bo rizgarkirina gola Ormiyê serdana gihîşt Ormiyê û dê ji sibê ve dest bi lêkolînên xwe derbarê zuhabûna golê bikin.Li gorî ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, berpirsê karûbarên avedaniyê yê parêzgeha Ormiyê Hadî Behadorî diyar kir ku komek ji pisporên parastina jîngeh û avê yên Japonî bi mebesta encamdana lêkolînê derbarê sedemên zuhabûna ava gola Ormiyê gihîştin bajarê Ormiyê. Hadî Behadorî da zanîn, pispor û vekolerên Japonî dê ji sibê (02.02.2014) ve dest bi lêkolîn û xebatên xwe yên derbarê zuhabûna ava gola Ormiyê bikin.Behadorî anî ziman ku hatina pisporên Japonî di çarçoveya rêkeftina navbera serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û serokwezîrê Japonyayê de ye ku di civîna meha Çile ya aborî ya Davosê de hev dîtibûn.Ava gola Ormiyê ku duyemîn gola şor a cîhanê ye, ev çend sal in bi sedemên cur bi cur bi tundî ber bi zuhabûnê ve diçe. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, di propagandeyên xwe yên hilbijartinê de jî behsa zuhabûna gola Ormiyê kiribû û soz dabû, yekemîn karê ku di hikûmeta xwe de bike rizgarkirina gola Ormiyê ye.Rudaw