Cenêv2: Xola yekem bê encam bi dawî hat
Piştî civîna destpêkirinê ku ji bilî her du şandeyan, 39 welat û rêxistinên navneteweyî û herêmî lê beşdar bibûn û piştî heft rojan ji danûstandinên rasterast bi serpereştiya şanderê navneteweyî û erebî, Exzer Ibrahîmî, ti pêşketinê ne tenê di warê siyasî de, lê heta di warê mirovahî de jî encam ne da.
Di konfranseke çapemeniyê de, serokê şandeya Sûriyê, Welîd el-Mûelim sedema têkçûna danûstandina xiste stûyê opozisyonê de û got ew negihaşt ti encam bi sedema nejdiliya opozisyonê û rola alozkar a Amerîka ku biryara biçekkirina hêzên opozisyonê di dema danûstandinan de dabû.
Derbarê beşdarbûna li xola duyem ku li gorî serpereştyarê danûstandina, Exzer Ibrahîmî, wê di dehê vê mehê de dest pê bike, El-Mûelim diyar kir ku ewê tişta li Cenêvê rû dayî têxin ber destê serokê Sûriyê Beşar el-Esed û ligel wî gengeşe bikin û paşê wê biryar bê standin.
Ji aliyê xwe ve, di gotarekê de ji bo gelê Sûriyê, serokê şandeya opozisyonê, Ehmed Asî el-Cerba got Rejîma Esed neçar e ku di danûstandinên Cenêvê de berdewam bike û aşkere kir ku wan ji destpêkê ve, beşdarbûna xwe li kongreyê bi wergirtina alavê berevaniyê ve girêdabû û tekez kir ku hêzên navneteweyî niha dest bi pêşkêşkirina vê alîkariyê ji bo opozisyonê kirine.
Di daxuyaniyekê de, her yanzdeh welatên grûpa dostên Sûriyê, bêencambûna danûstandinan xiste stûyê rejîma Esed de û diyar kir ku armanca danûstandin damezrandina desteyeke hikumraniya veguhêz xudan tevahiya desthilatên cîbcîkar e ku serpereştiya dezgehên artêş û ewlekariyê jî bike.
Bêencambûna danûstandinên kongreya Cenêvê û berdewambûna rewşa mirovahî ya xirab, hemû aliyên navneteweyî û herêmî xistin nav liv û tevgerê de daku danûstandinên aştiyê di navbera her du aliyên dijberiya Sûriyê de ji şikeshênanê bên rizgarkirin.
Şeva borî, her yek ji wezîrê derve yê Amerîka John Kerry, wezîrê derve yê Rûsya, Sergey Lavrov, sekreterê giştî yê Neteweyên yekbûyî, Ban Ki-moon û şanderê navneteweyî û erebî, Exzer Ibrahîmî li bajarê Munchen ê almanî li hev civiyan û bizavên rizgarkirin Cenêv2 ji şikeshênanê gengeşe kirin.
Rudaw
