• Friday, 13 February 2026
logo

Li Hewraman merasîma Pîrê Şalyar birêve çû

Gulan Media February 1, 2014 Nûçe
Li Hewraman merasîma Pîrê Şalyar birêve çû
Doh (31.01.2014) merasîma Ola Pîrê Şalyar li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê bidawî bû.

Merasîmê pêncşemê destpêkiribû û tê de gundên Hewramana Rojhilate Kurdistanê û hejmarek xelkên bajarên din amade bûn, herwiha piraniya mêvanên merasîmê ji medyakar û Zerdeştî bûn.

Di vê merasîmê de, kesên beşdar serdana mezara Pîrê Şalyar dikin û li wê derê corekî nan li amadevanan tê parvekirin û herwiha xwarina taybet jî bi vê helkeftê tê çêkirin û belavkirin.

Di beşê din ê mersaîmê de kesên beşdar dest bi qurbanîkirin, sema û qesîdeyên derwêşan dikin.

Ola Pîrê Şalyar yek ji olên Zerdeştî ye û dîroka wê bo serdema pêş ola Îslamê vedgere. Merasîma Pîrê Şalyar jî hemû salekê di roja çarşem û pêncşema nîvê yekem ji meha Rêbendanê tê lidar xistin.

Basnews
Top