• Friday, 13 February 2026
logo

Bi zêr dewlemende lê bajarê herî hejar e

Gulan Media February 1, 2014 Nûçe
Bi zêr dewlemende lê bajarê herî hejar e
Bajarê Têkab ê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê çavkaniyeke girîng a madena zêr û madeyên din ên giran buha ye, lê navçeyeke hejar e û şêniyên wê navçeyê jî rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin.

Dûkela kargehan, ji nav birina rêyên hatin û çûnê û ji nav birina xweza û pîsbûna hewaya navçeyê tenê beşek ji pirsgirêkên şêniyên navçeyê ne. Berhemê salane yê zêrê 24 eyar ji madena zêr a ‘Zere Şoran’ a Têkabê 2.2 ton e. Loma wek girîngtirîn çavkaniya zêr li Îran û Rojhilata Navîn tê nas kirin, lê ji wê xêr û dahatê tenê dûkel û pîsbûna hewayê dibe para şêniyên navçeyê.

Karnas derbarê sedema feqîriya navçeyê de wiha dibêjin: ‘‘Dahata zêr bi awayekî wek hev li navçeyê nayê serfkirin, kesên berpirs di vî warî de xemsar in û vêna ji bo şêniyên navçeyê pirsgirêkeke mezin afirandiye.’‘

Cîgirê Serokê Komisyona Aborî ya Parlamentoya Îranê, Ruhulah Beygî di serdanekê de bo navçeyê derbarê pîsbûna jîngehê de hişyarî da û got: ‘’Madena zêr li navçeyê metirsiyeke mezin e bo jîngehê û dahata madenê bi awayekî wekhev nayê dabeş kirin. Xelkê navçeyê bi dehan sale li ser madenê dijîn, lê parek ji wê sermayeyê neketiye destê wan û bi sedema pîsbûna keş û hewayê tendurustiya wan di metisriyê deye.’‘

Nûnerê Têkab û Şahindijê li Parlamentoya Îranê Hucetul Îslam Beykî jî wiha dibêje: ‘‘Heta niha 150 Milyar tumen zêr ji madena Têkabê berhem hatiye, lê tenê 30 milyon tumen ji bo qezaya Têkabê hatiye serf kirin. Ji xeynî madena zêr, 49 kanzayên kevirên giran buha jî li navçeyê hene ku piraniya madenan li ser navê kesên taybet hatine tomar kirin ku ne xelkê navçeyê ne û dest danîne ser madenan û piraniya madeyên kanzayî bê dana bacê li navçeyê tên veguhestin. Bêkarî jî pirsgirêka serekî ya ciwanên navçeyê ye û piraniya kargehan jî xelkê biyanî bikar tînin.’‘

Basnews
Top