Hekîm, Sedir û Elawî li dijî namzetbûna Malikî ne
Di vê derbarê de Eyad Elawî got: ‘’Hikûmeta Malikî berpirsyarê vê krîza siyasî û têkçûna ewlekariya İraqê ye, herwiha divê Malikî ji bikaranîna El-Qaîde û terorê wek leyistikekê dûr bikeve. Gelo rêxistina El-Qaîde li Enbar e, yan li Mûsil û Bexdayê, tişta diqewime têkilkirina mijarê ye, eger na çi wateya wê heye ku siyasiyekî navdar ê İraqî ji nişka ve bibe terorîst?.’‘
Serokê Lîsta Hevpeymaniya Niştimanî ya İraqî Eyad Elawî, daxwiyaniyek da televizyona El-Erebiye û wiha axifî: ‘’Divabû Malikî salek berî niha guhê xwe bida xwepêşanderan, lê belê wî her ew wek El-Qaîde û terorê binav kirin.’‘
Li gor ajansa El-Yewm El-Salis, doh (31.01.2014) Eyad Elawî naveroka civîna şeva pêncşema borî ligel serkirdeyên Şîe eşkere kir û got: ‘’Serokhe Encûmena Bilind a Îslamî Umar Hekîm û Serkirdeyê Tevgera Sedir Muqteda Sedir dijî namzetbûna Malikî ne bo cara sêyem.’‘
Basnews
