Hemrîn: Ev 36 seatan ku şerê di navbera DAÎŞê û polîsan de berdewame
Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghihand “Ev zêdey 36 demjimêran e ku şer û pevçûn di navbera çekdarên DAÎŞê û hêzên polîsên Kerkûkê de li sînorê çiyayê Hemrîn, berdewamin.”
Serhed Qadir amaje kir ku heta niha “Hêzên polîs 7 otombêlên bombekirî yên DAÎŞê teqandine û bi 10an kuştine û birîndar hene.”
Herwiha Qadir balkişand ku wan destdanî li ser çend yekîneyên DAÎŞê “Û heta niha hêzên me yê wan li himber hev rawestane û ji her du aliyan jî kuştî hene.”
Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê ragihand jî ku “Pêdiviya me bi alîkariyê nîne û di nav birîndaran de du karmendên ragihandina wê rêveberiyê hene.”
Rudaw
