Operasyonên hikûmeta Tirkiyê li dijî operasyonên cemaatê
Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, ew dozgerên ku biryara wê operesyonê dane, bi tawana ku wan karekî rêxistinî li dijî saziyên dewletê pêka anîne, lêpirsîn bi wan re destpêkir.
Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, ew dosyeyên ku derbarê girtiyên wê operesyonê,hatibû amede kirin, nehat qebûl kirin, û wê ji nûve derbarê wê dozê de dê lêpirsîn bê kirin.
Herweha ew dozgerî û polîsên ku operesyon li dijî kemyonên ku tuje çek û zexîreyên cengê li Hatay û Edenê kiribûn, ku ew kemyon diçûn Sûriyê, ji kar hatin girtin û bi tawana ku sîxorî ji hêzên derve re dikin, û sirên dewletê aşkere dikin lêpirsîn derbarê wan hat vekerin.
Serokwezîrên Tirkiyê Receb Tayib Erdogan piştî ku ji serdana Îranê vegeriya Tirkiyê ji raya giştî re ragihand ku “Êdî ji vir û şûnde ti dozgerî nikare çend polîsan bigire û bi keyfa xwe operesyonan li dar bixe, pêwîste agahî bide walî û mijara operesyona xwe aşkere bike, û ger biryareke erênî hat wê demê dikare bi opresyonên xwe rabe.”
Erdogan diyar kir ku, rêxistina cemaatê kes li Tirkiyê nehîştine ku li wan guhdar nekirine, ji serokomar de bigre heta serokwezîr û her karmendekî dewletê lê guhdar dikin, ji ber wê êdî ew biryara guhdar kirinê wê têkeve bin kontrola hikûmetê de.
Erdogan derbarê tedbîrên wan bûyerên ku cemaat li hemberî hikûmetê kiribûn, paketeke nû ji yasayan amide kiriye.
Hat ragihandin ku di wê paketa ku hikûmet amede kiriye de, êdî kesên ku erkên xwe bi awayekî xirab bikar bînin, yan jî tiştên veşartî yên dewletê aşkere bikin, wê bên ceza kirin li gor mezinahiya tawanê, û dîsa wê hemû lêpirsîn û civînên dadgeh bi deng û wêne bên tomar kirin, û kesên ku berî doza dadgehê biqede tiştekî ji van tomarkirinan belav bike wê bê ceza kirin.
Her dîse kesê ku raporên îxbarên ji saziyên dewletê û bi taybetî ji ewlekariyê re bê nav binvîse, nayê qebûl kirin û saziya bi wan îxbarên bê nav biryaran bide wê neyê pejirandin û ew rêveber wê bê ceza kirin, û ji mafê parêzerane jî ku bê asteng karibin dosyayên muekêilên xwe bibînin û lê bikolin, û ji bo ku polîs dikaribe destê xwe dane ser delîlên tawana pêwîste rapor û biryara dadgehê hebe, ji bo ku ne destdirêjî li delîlan bê kirin, û ne jî bên wanda kirin.
Rudaw
